Rojnama Die Bild Zeitung ya xwedî weşaneke berbilav li Almanya di hejmara xwe ya berîya dû rojan de li ser rewşa Almanya û tirsên gelê Alman ji rêxistina Daişê ya terorîst radiweste.
Rojname li gor pisporên taybet yên rêxistina Daişê dîdar sazkirine û dane zanîn ku, her gavekê dikare çalakvanên girêdayê Daişê, çalakiyên terorî li dij hind aramancan li Almanya encam bidin.
Rojnamê weke rapirsek (anket) encam da, di rapirsê de 70% xelkê Alman ji wezirê navxwe û tedbîrên ewlekariya li hember çalakvanên Îslamî yên radîkal ne razîne, ew dibêjin divê dewleta Alman û saziyên ewlekariyê pitir di hişyar bin, rêk û tedbîrên bi ewletir bigrin ber.
Herweha rojaname dide zanîn ku, li gor saziyên Îstîxbarata Alman û pêzanînên wan, zêdetirî 700 kes ji Almanya tevlî Daişê bûne li Sûriyê û Îraqê, ji wan zêdetirî 250 kesan vegeriyane Almanya piştî beşdarî di şer û pevçûnan de kirin li Îraq û Sûriyê.
Dengê Amerîka pişka Kurdî, li ser vê mijarê hevpeyvînek ligel siyasetmedar û nivîskar Robîn Ferman (Fuad Sîpan) kiriye.
Ferman dide zanîn ku, xelkê Alman di nava endêşe û tiresê dane, jiber ku weke li gor rojnama Bild dibêje ji 760 kesên ji Almanya tevlî Daişê bûne, ji wan 120 kes di çalakiyên xwekujî de li Sûriya û Îraqê hatine kuştin.
Temamiya raportê di Faila deng de ye.
Your browser doesn’t support HTML5