Heiko Maas Banga Nermbûnekê Di Axaftinên Îranê De Dike

Wezîrê derve yê Almanya Heiko Maas

Wezîrê derve yê Almanya Heiko Maas handerîya hemî alîyan kir ku nermbûn û pragmatîzmekê nîşan bidein di axaftinên li dor rêkleftina navokî ya Îranê ku îro Şemîyê berdewam dikin.

Wî ji ajnasa Reutersê re got ku mijar hemî nermbûn û pragmatîzm e û” lîstina bi demê ne di berjewendîya kesekî de ye.”

Armanca axaftinên di navbera Îranê û hêzên cîhanî de, vejandina rêkeftina navokî ya sala 2015an e, ku sê salan berê Amerîka bi serokatîya Donald Trump de jê derket û cezayên din dane ser Îranê.

Îranê jî wek tolvedan sînorên rêkeftinê programa xwe ya navokî binpê kirin. Ew niha hewla dawîanîna cezayan dide.

Gera nû ya axaftinên nerasterast balê dide ser pêgirîya herdû alîyan bi rêkeftina kevin.