Almanya Dibêje Hejmara Koçberên bi Rîya Belarûsê Tên Zêde Bûye

Komek penaber ser sînorê Polonya û Belarûsê.

Hikûemta Almanyayê ragihand ku hejmara koçberên bi rîya Belarûs û Polonyayê tên Almanyayê di mehên dawî de zêde bûye.

Ev yek di demekê de ku welatên Yekîtîya Ewrupayê (YE) hikûmeta Belarûsê bi wê yekê tawanbar dike ku ew hanê dide penaberan ku bi rîya sînorên wê derbasî YE bibin.

Polîs federal yên Almanyayê îro Çarşemê got ku heta niha di vê salê de bêtirî 4,300 koçber bi qaçaxî ji Polonyayê derbasî Almanyayê bûne. Li gor ajansa Almanî ya nûçeyan DPA, piranîya van penaberan jî ji Îraq, Sûrîye, Yemen û Îranê ne.

Polonya, ku endama YE’ê ye, cîrana xwe Belarûs tawanbar dike ku ew handana koçberîyeke berfireh dike jibo aramîya YE’ê têk bibe.

Polîsên Federal yên Alman eşkere kir ku ji meha yekê heta ya heftan, 26 kes bi rîya Belarûsê bi awayekî ne qanûnî gihiştin Almanyayê. Ew hemjar meha Tebaxê gihişt 474. Meha Îlonê jî bû 1,914 û di 11 rojên pêşî yên Cotmehê de jî gihişt 1,934.