Polîsên Almanî bi Gumana Jenosîda Ser Êzîdîyan 2 Kes Desteser Kirin

Almanya îro Çarşemê ragihand ku du gumanbarên ku tê îdia kirin ku endamên Dewleta Îslamî (DAIŞ) ne, hatine girti.

Li gor ragihandina dozgerên federalî, ew du gumanbar, jin û mêr in û jiber kolekirina du keçên Êzîdî bi komkujî û sûcên dijî mirovahîyê têne tawanbar kirin.

Twana HS û Asia RA, ku jiber qanûnên Almanya paşnavên wan nehatine eşkere kirin, bi kiryarên wan yên salên 2015-2017’an yên dijî keçên li Îraq û Sûrîyê hatine girtin.

Dozger dibêjin ku keçên mexdûr bûne armanca tacîzê, gelek caran hatine tecawuz kirin û ola wan li wan hatiye qedexe kirin ku ew bi bawerîyên xwe nejîn.

Dozgerên Alman dîyar dikin ku her du endamên DAIŞ’ê, Mijdara 2017’an berî ew ji Sûrîyê derkevin, keçên Êzîdî dane endamên din yên rêxistinê.

Dozger wiha bal dikşînin ku armanca hemî kiryarên wan du kesan tunekirina ola Êzîdî bû, loma ew dikarin sûcên dijî mirovahîyê li dadgehên Almanî werin darizandin.

Dadgeheke Almanya di sala 2021’an de jiber sûcên wek komkujîya dijî Êzîdîyan û tawanên dijî mirovahîyê cezayê zindanê yê bi dirêjîya jînê dabû endamekî berê yê DAIŞ’ê.

Du salan piştî biryara dadgehê, parlamanterên Alman tawanên çekdarên DAIŞ’ê yên ku sala 2014’an dijî Êzîdîyên Îraqê kiribûn, wek komkujî qebûl kiribûn.

Koma cîhadî ya DAIŞ’ê bi hezaran Kurdên Êzîdî kuştibûn, 7000 qîz û jinên Êzîdî kiribûn kole û 550,000 Êzîdî jî neçar mabûn ku ji warên bavûkalên xwe derkevin.

Kurdên Êzîdî li Kurdistana Sûrîyê, Herêma Kurdistana Îraqê, li herêmên Kurdî yên li Tirkîyê û welatên Sovyeta berê dijîn û ola wan qadîm e ku tê de rêçên Zerduştî, Xirîstîyanî, Cihû, Manîheîst û Misilmanî hene.