Almanya û Fransa jibo Sûrîyeyeke Nû Peyaman Didin

Syria Germany France

Wezîra Derve ya Almaya Annalena Baerbock îro Înê got divê hemî komên Sûrîyê beşdarîyê li prosesa guherîna welêt bikin.

Baerbock piştî tevî hevtayê xwe yê Fransî Jean-Nel Barot bi rêberê de fakto yê Sûrîyê Ahmed El-Şaraa re kom bû, ji rojnamevanan re got ku jin û Kurd jî di nav de hemî kom di prosesê de cîh bigirin.

Wê ser danûstandina bi El-Şaraa re got ku wî dîyar kiriye ku jibo wan Ewrupa girîng e ku piştgirîyên wan nekevin destê ‘’komên nû yên Îslamîst’’

Wezîra Alman got ew bı El-Şaraa re ser vê mijarê bi zelalî tevî hûrgilîyan axifîne.

Her du wezîrên ku ser navê Yekîtîya Ewrupa (YE) serdana Şamê kir di serdanê de ragihand ku ew dixwazin bi Sûrîyê re peywendîyeke nû çêkin û banga guherîneke aştîyane kir.

Baerbock û Barrot bûn wezîrên Ewrupî yên pêşî ku piştî ketina Beşar Esad ya di 8’ê Berfanbarê de çûne Sûrîye.

Bi vê serdanê ew wezîr qebûl dikin ku serhildayên Îslamîst yên bi pêşengîya Heyet Tahrîr El-Şam ya bi rêberîya El-Şaraa rêvebirên nû yên Sûrîyê ne, lê ew bi bangên ser nermbûnê û mafên kêmanîyan jî peyamên angajmanê didin.

Berpirsa Sîyaseta Derve ya YE Kaja Kallas ji X’ê derbarê serdana wezîran got peyama wan jibo rêberîya nû ya Sûrîyê rêzdarîya jibo prensîbên serekî û parastina mafên sîvîl û kêmanîyan e.

Baerbock, li ser pirseke derbarê rakirina toleyên dijî Sûrîyê got ku her çiqas li welêt ser pêşveçûna sîyasî hin nîşaneyên erênî hene jî jibo tevgera ser vê yekê hîn zû ye.

“Çend hefteyên dawî raber dikin ku ser azadîyên siberojê çiqas pir hêvî hene. Kokên etnîk, zayend, ol çi bin jî jibo hemî kesan azadî. Lê niha hîn ne piştrast e ku ewê ev yek çêbe.”

Wezîrê Fransî Barrot jî bi heman rengî got ku ew naxwazin li Sûrîyê terorîzm hebe û çekên kîmyayî werin karanîn.

Wî dîyar kir ku daxwaza wan welatekî serwer û ewle ye û Almanya û Fransa jibo qanûna bingehîn ya nû Sûrîyê şêwirmendîya teknîk bikin.

Wezîrê Fransî dîyar kir ku jibo şervanên Kurd yên li Sûrîyê beşdarî li dewletê bikin divê çareserîyeke sîyasî û agirbesteke mayînde çêbe.

Li ser pirsa derbarê rakirina toleyên YE yên dijî Sûrîyê, Barrot ti bersîv neda.

Jêderên dîplomatîk dibêjin ku Barrot serdana Balyozxaneya Fransa ya li Şamê jî kiriye ku ew ji 2012’an vir ve girtî ye.

Jêderên dîplomatîk herwiha dibêjin ku Barrot gotiye ku ewê li gor şertên sîyasî û dîplomatîk nûnertîya xwe ya li Sûrîyê vekin.

Jêder: Reuters