Hikûmeta Almanî îro Înê ragihand ku vegerandina tawankarên Afganî ji welatê wan re jinûve destpê kir.
Kovara Spiegel, ku cara yekê ew nûçe ragihand, got ku firokeke ku ber bu Kabulê difire, îro ji bajarê Leipzigê rabû û tê de 28 tawankarên mahkûmkirî hebûn.
Spiegel dîyar kir ku destpêkirina firînên vegerandinê, piştî danûstandinên veşartî yên bi Qatarê destpê kir.
Hikûmeta Berlînê di sala 2021ê de, dema Talîban hatibû ser desthilatê, jiber tirsên binpêkirinên mafên mirovahî firînên dersînorkirina tawankaran ji Afganistanê re sekinandibûn.
Çend roj berî hilbijartinên xwecîhî li hin herêmên Almanya, pirsgirêka penaberî û koçberî bûye mijareke serekî ya kempeyna hilbijartinan.
Piştî êrîşa dawî ya hefteya çûyî ya li festîvalekê, ku ew êrîş bi DAIŞê re peywendîdar bû û êrîşa Tîrmehê ku zilamekî Afganî polîsekî Alman kuştibû, givaştinên li ser hikûmeta koalisyonê zêde bûye ku jinûve dest bi firînên vegerandinê bike.
Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz îro di preskonferansekê de piştrast kir ku ewê tawankaran bişînin Afganistanê û wan bi baldarî ew yek amade kirîye, bê ku ti hûrgilîyên din bide.
Ajansa Reuters herwiha ragihand ku Berlîn xebatê dike ku Sûrîyên ku tawanên xirab kirine yan wek gefên terorê tên dîtin, dersînor bike.
Dersînorkirinên ji Sûrîyê re hatibû qedexe kirin, lê di meha Tîrmehê de dadgeheke li bajarê Muenster biryar dabû ku xeterîya şerê navxweyî yê Sûrî li ser penaxwazên ji wê dewletê nemaye.
Hêjayî balkişandinê ye ku hejmara penaxwazan li Almanya di heft mehên destpêkê yên sala 2024an de, li gor sala borî % 19,7 kêmtir bûye û hejmara giştî ya serlêdanan 140 hezar û 783 ye. Ji wan serlêdanan 44,191 ji Sûrîyê û 22,698 jî ji Afganistanê ne.
Jêder. Reuters