Ji ber biryara dadgehê li Meclîsa Tirkiyê endametiya Parlementerê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglu di 17 Adarê 2021 Jan de jê hatibû standin. Lê piştî 124 rojan ji rakirina endametiya car din vegerîya ser karê parlementerîyê.
Parlementerê HDP'ê Gergerlîoglu di vê demê de 96 rojên xwe jî li Enqerê di Girtingeha Sîncan’ê de borand.
Ev hemû pêvajoya ku hate jiyandin Gergerlîoglu ji bo Dengê Amerîkayê rave kir û got, "Ez ana vegerîyam ser karê xwe. Lê ev înadê desthilatîyê 96 roj min di girtingehê de girt û dû re jî got "pardon’". Hîç hewce nîn bû ku tiştekî wiha çêba. Dikaribûn ku heta dawîyê bisekinîyana. Lê mixabîn şîrîkê hikûmetê yê biçîk çi go AKP’ê jî wek wî kir."
Li ber peyameke Gergerlîoglu 2 sal û 7 meh ceza sendibû. Zagona Bingehîn ya Tirkiyê ev biryar wek "binpêkirina maf" nîşan da û cezayên Gergerlîoglu xira kir û paşê jî mafê wî yê parlementerîyê paşta da. Gergerlîoglu piştî vegerînê çû parlementoyê û di danaşînê de rûnişt û li vê derê qise kir. Gergerlîoglu di ev roja yekem de hestê xwe wiha anî ziman.
"Ewan parlementerîya min di rûniştineke parlementoyê de ji destê min girtin. Rastî ev ne hiqûqî û ne jî mirovahî bû. Dawî çi bû, piştî ewqas demî, ewqas êşî ez car din vegerîyam parlementoyê. Gelo rûyê desthilatîyê hiç fedî nake. Ev karê ku dikin qîmeta vê parlementoyê jî dadixîne xwarê. Ewan dikaribû bû encama darizandinê bisekinin, lê nesekinîn. Ez ana vegerîyam lê hêleke de dilşikestî me, hêleke de jî kêfxweşî im."
Li gorî biryara fermî Meclîsa Tirkiyê pêwîste ku di 1 Tîrmehê de têketa betlaneyê. Lê ji ber xebatên Meclîsê ev hate dirêjkirin û di 19 Tîrmeha 2021 an de jî Meclîs wê dest bi betlaneyê bike. Piştî betlaneyê Gergerlîoglu jî wê di nav Meclîsê de xebatên xwe bidomîne.
Your browser doesn’t support HTML5
Vê jî bixwîne: Parlementerê HDP'ê Omer Farûk Gergerlioglu Birin Zîndanê
Vê jî bixwîne: Omer Faruk Gergerlioglu Nobeta Edeletê Dawî Kir
Vê jî bixwîne: Polîsan bi Zorî Parlementerê HDP'ê Gergerlîoglu ji Parlemenê Derixst û Ew Girtin
Vê jî bixwîne: Meclisa Tirkiyê Parlamenterê HDP'ê Omer Farûk ji Endametiyê Derxist