Parlementerê HDP'ê yê berê Omer Farûk Gergerlîoglu li Enqerê ji girtîngeha Sîncanê hate berdan. Piştî ku rizgar bû got, “Em li kîderê mane, emê dîsa li wê derê karê xwe berdewan bikin.”
Gergerlîoglu di medya civakî de peyamek di nû de dabeş kiribû û li ser vî di derheqê wî de doz hatibû vekirin. Piştî encama vê dozê pêşî parlementerîya wî hate dawîkirin û du re jî di 2 Nîsanê 2021 an de hate binçavkirin û girtin.
“Em li kîderê mane, emê dîsa li wê derê karê xwe berdewan bikin.”Parlementerê HDPê yê berê Gergerlîoglu
Gergerlîoglu piştî sê meha şûnde 6 Tîrmehê 2021 an de gava rizgar bû, yekser li Navenda Giştî ya HDP’ê preskonferanse duristkir û hest xwe wiha anî zinan:
“Em mafdar bûn û li ber vî em serkeftî bûn. Ewan gava min kirin binçav min gotibû berxwedan jiyane, ana ez derketim dîsa dibêjim ku berxwedan jiyane. Li ser me neheqîyeke mezin kirin, lê dîsa ewan winda kir me qezenç kir.”
Gergerlîoglu ragihand ku, him ew û him jî gelek hevalên wî rastî betir neheqîyan hatine. Gergerlîoglu di vî warî de jî qisên xwe wiha domand:
"Him li ser min û him jî li ser hevalên me û partîya me gelek neheqî tên kirin."Gergerlîoglu
“Him li ser min û him jî li ser hevalên me û partîya me gelek neheqî tên kirin. Wek hevalên me, min jî liberxweda. Em berî her tiştî mafdarin. Ji bo vî jî jî emê çi dibe bila bibe emê serkeftî bin. Yên ku li ser me van zor û zextan tînin, yên ku mafên me û mafên gelên me binpê dikin, wê herî dawî winda bikin. Ez bi vî bawerim.”
Li ber peyameke Gergerlîoglu 2 sal û 7 meh ceza sendibû. Zagona Bingehîn ya Tirkiyê ev biryar wek “binpêkirina maf” nîşan da û cezayên Gergerlîoglu xira kir û rêya berdanê vekir. Piştî berdana Gergerlîoglu parêzvanê wî ragihandin ku, pêwîste ku parlementerîya wî jî paşta bê dayîn.
Your browser doesn’t support HTML5