Serokwezîrê Gurcistanê Irakli Garibashvili li salvegera 15’an ya şerê Rûsya û Gurcistanê axifî û got ku Rûsya dewletek êrîşkare.
Garibashvili ji rojnamevanan re dîyar kir ku ew ji demeke dirêj vir ve dizanin Rûsya bi êrîşkarîyê tevdigere.
‘’Em dizanin ku Rûsya êrîşkar e, temamê cîhanê vê yekê dizane.’’
Gurcistanê 8’ê Tebaxa 2008’an dijî cudaxwaziya Osetyaya Başûr dest bi operasyonê kiribû û Rûsya jî bi hezaran leşker şandibûn wê herêmê.
Sala 2008’an ji her du alîyan bi sedan leşker û sîvîl hatin kuştin.
Neteweyên Yekbûyî (NY) dide zanîn ku jiber wî şerî 120,000 kes ji warên xwe derketine, lê ew piştre hin ji wan vegerîne warên xwe.
Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy jî do Duşemê got ku ew bi Gurcistanê re hevkarîyê dikin û dîyar kir ku Rûsya dê bedela êrîşkarîya xwe bide.
Zelenskyy spasîya hemî hemwelatîyên Gurcistanê jî kir ku piştgirîya azadîya Ukrayna dikin.
Jêder: AFP