Li Gurcistanê Piştî Gazincan Hin Deng Wê Jinûve Werin Jimartin

Komîsyona Hilbijartinê ya Navendî ya Gurcistanê îro Sêşemê ragihand ku wê li dora 14% ji navendên dengdanê sindoqên denganê jinûve werin jimartin.

Komîsyona hilbijartinê, ku berê hilbijartin azad û rewa bi nav kiribû, got ku ewê jinûve jimartina dengan li pênc navendên dengdanê yên li 84 deverên hilbijartinê yên Gurcistanê pêk bîne.

Qanûna Gurcistanê dihêle ku heta şeş rojan piştî çêbûna hilbijartinan, jinûve jimartina çêbe û ne şert e ku gilîyên binpêkirina di hilbijartinê de hebin.

Komîsyona hilbijartinan negot ku ewê kengî encamên jinûve jimartina dengan ji bîragiştî re eşkere bike.

"Jibo misogerkirina şefafî, hemû nûnerên destûrdayî têne vexwendin ku çavdêrîya proseya jinûve jimartina dengan bikin," komîsyonê di daxuyaniyekê de got.

Encamên fermî ragihandibû ku Partîya Xewna Gurcistanê ya desthilatdar nêzî % 54 ji dengên roja Şemîyê bi dest xistine, lê partîyên opozîsyonê yên alîgirên Rojava û seroka Gurcistanê dibêjin ku encam ne rewa ne.

Bi hezaran ser banga opozîyonê derketibûn kolanan û li pêş avahîya parlamanê encamên hilbijartinê protesto kiribûn.

Encamên fermî dabû zanîn ku Xewna Gurcistanê 1.12 mîlyon deng bi dest xistine ku 335,000 deng ji çar partîyên serekî yên rikeberîyê pirtir in.

Xewna Gurcistanê li hin deverên gundewarî heta % 90 bi rêjeyên berbiçav bi dest xistibûn, lê li Tiblîs û bajarên din yên mezin dengên wê gelek hindik bûn.

Sazîya My Vote, ku hevbendîyeke çavdêrî ya Gurcistanê ye, îdia kiribû ku di destê wê delîlên "sextekarîya mezin hene ku bi wêne, vîdyo û dîdevanîya çavdêrên wê hatine piştrast kirin.

Yekîtîya Ewrupa, NATO û Amerîka jî daxwaza lêkolîneke rêkûpêk li ser raportên kirîna dengan, tirsandina hilbijeran û tijîkirina sindoqên dengan ji hêla çavdêrên Rêxistina Ewlekarî û Hevkarîya Ewrupa (OSCE) û sazîyên din were kirin.

Jêder: Reuters