Karbidestên Amerîkî ragihand ku serfermandarê hêzên Amerîkî yê li Afganistanê, General Austin Miller, ewê îro Duşemê wek dîyarkirina sembolîk ya bidawîkirina şerê Amerîka ya li Afganistanê, ji kar vekişe.
Serok Joe Biden dîyar kiribû ku erka leşkerî ya Amerîkî ya li Afganistanê dê bi fermî di 31'ê Tebaxê de bidawî bibe.
Austin Miller ewê bi merasîmekê li Kabul bi serfermanderîyê dest ji kar berde û dê bibe generalê Amerîkî yê bi çar stêrk yê herî dawî ku li Afganistanê kar kiriye.
General Kenneth McKenzie, Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkî, li herêmên wek Iraq û Sûrîyê kar kiribû, di şûna Miller de çû kabul da ku piştgirîya Amerîka ya bo hêzên ewlekarî yên Afganî ya di pêşerojê de destnîşan bike.
General McKenzie li ser rewşa Afganistanê bi komek rojnamevan re axivî û got, "Divê were zanîn ku ewê li gor berê pir cûda be.Lê em ê piştgiriya wan bikin." Lê, General McKenzie di heman demê de destnîşan kir ku li gor nêrîna wî xûya dike ku Talîban "çareserîyekî leşkerî" dixwaze.
Wî hişyarî da ku paytextên eyaletên Afganistanê di xeterîyê de ne, lê diyar kir ku hêzên ewlehîyê yên Afganî yên ku Amerîka piştgirîyê dike 'bi biryar in ku jibo parastina van bajaran şer bikin'.
Piştî karvekişîna Miller, McKenzie ewê bo piştgirîya hikûmeta Eşref Ganî bikaribe heya 31'ê Tebaxê destûrê bide êrişên esmanî yên Amerîka yên dijî Talîbanê.
Lê piştî vê yekê, General McKenzie ragihand ku êrîşên Amerîka yên li Afganistanê bi giranî dê operasyonên dijî terorîzmê yên wek hember el-Qaîde û DAIŞ'ê veguherin.
Dema ku merasîm dikare jibo leşkerên berê yên Amerîkî yên ku li Afganîstanê mane hin wateya bidawikirinê pêşkêş bike jî, ne dîyar e ku gelo Amerîka dê di avakirina ewlehîya hikûmeta Afganî ya ku Rojava piştgirî dide de, serfiraz be.
Hêjayî bal kişandinê ye ku niha Talîbanê, ji destpêka şerê Afganistanê vir ve, ji her demê zêdetir herêmek mezin ya welêt xistiye bin kontrola xwe.