Hilcivîna Welatên Kendavê û ASEAN bi Banga Agirbestê li Gaza Dawî Hat

Rêberên GCC di civînekê de (Arşîv)

Hilcivîna Civata Hevkarîya Kendavê (GCC) û Yekîtîya Başûrê Rojhilata Asya (ASEAN) îro Înê bi banga agirbesta mayînde ya şerê Îsraîl û Hamasê û gihandina alîkarîya mirovahî ji Gaza re bi dawî bû.

Daxuyanîya encamên Hilcivîna yek rojî ku bi mazûvanîya Erebistana Saudî hat lidarxistin herwiha "hemû êrîşên li dijî sivîlan" şermezar kir.

16 welat tev li Hilcivîna hevpar ya Civata Hevkarîya Kendavê û Yekîtîya Welatên Başûrê Rojhilata Asya bûn.

Ji GCC welatên Bahreyn, Kuweyt, Uman, Qatar, Erebistana Saudî û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî di Hilcivîna Rîyadê de hazir bûn.

Di nav welatên ASEAN de jî Brunei, Kamboçya, Endonezya, Laos, Malezya, Myanmar, Fîlîpîn, Sîngapur, Tayland û Vîetnam hebûn.

Erebistana Saudî, ku sala borî de li seranserî Rojhilata Navîn dest bi hewilên dîplomatîk kiribûn, banga sekinandina şer kir.

Berîya destpêkirina şerê Îsraîl û Hamasê, Rîyad bi navbeynkarîya Washington ser normalkirina têkilîyên bi Tel Avîvê re di nava danûstandinan de bû.