Jêderên li Gaza Dibêjin di Êrîşên Îsraîlê de bi Dehan Kes Hatine Kuştin

Ajansa berevanîya sivîl ya Gazayê roja Pêncşemê ragihand ku di êrîşeke Îsraîlê li bakurê Gazayê de herî kêm 22 kes hatine kuştin û di êrîşeke esmanî ya bi şev de jî bi dehan kesên din hatine kuştin.

"Em dikarin piştrast bikin ku 22 şehîd hatin veguhestinê nexweşxanê piştî êrîşek li ser malek li taxa Şêx Ridwan li bajarê Gaza kir armanc," berdevikê berevanîya sivîl Mehmûd Bassal got.

Hat ragihandin ku di êrîşeke din ya li ser heremeke sivîlan ya li nêzî nexweşxaneya Kemal Edwan li bakurê Gazayê de jî bi dehan kes hatine kuştin yan jî hinda bûne.

Berpirsê nexweşxanê, Hûsam Ebû Safîya got ku rakirina cenaze û birîndaran didome.

"Ambulans tunene, sîstema saxlemîyê li bakurê Gazayê hilweşîye," wî got.

Ne ajansa berevanîya sivîl û ne jî wezareta saxlemîyê ya Gazayê jimareya kuştîyên êrîşa li nêzîkî navenda nexweşxanê piştrast nekirine.

Îsraîl di Cotmehê de dest bi operasyoneke leşkerî ya mezin li bakurê Gazayê kiribû û soz dabû ku wê rê li ber jinûve kombûna Hamasê bigire.

Li gor wezareta saxlemî ya Gaza di vê operasyonê de zêdetirî 1000 Filîstînî hatine kuştin.

Şer bi êrîşa Hamasê ya 7'ê Cotmeha 2023'yan li Îsraîlê destpê kir ku di encamê de 1206 kes hatin kuştin, li gor hejmarên fermî yên Îsraîlê.

Wezareta saxlemî ya Gaza ya bin kontrola Hamasê dibêje ku di êrîşên Îsraîlê de heta niha herî kêm 43,985 Filîstînî hatine kuştin ku piranîya wan sivîl in. Neteweyên Yekbûyî ev jimar pêbawer dibîne.

Jêder: AFP