Komîta Xaça Sor ya Navnetewî ICRC ku bingeha wê li Geneva ye, roja Yekşemê berî civîna Civata Ewlekariya Navnetewî bang li serokên cîhanê dike ku "Hemû desthilat xwe bikar bînin" bo rawestandina şerê dijwar yê di navbera Îsraîl û Fîlistîniyan de.
Xaça Sor ya Navnetewî ji Geneva daxuyaniyek weşand û tê de hatîye ku "Rûniştvanên li kerta Gaza û li Îsraîlê rastî pêleke herî dijwar ya dojminkariyê rû bi rû bûne, ku di asta herî zêde ya çendîn salan daye."
Daxuyanî dîsan dibêje"Berî civîna Civata Ewlekairyê ya roja Yekşem, Komîta Navnetewî ya Xaça Sor daxwaz ji serokên cîhanê kir ku hemû desthilata xwe bikar bînin da ku kuştina di navbera Gaza û Îsraîlê bidin rawestandin."
Robert Mardini Rêveberê Giştî yê Komîta Xaça Sor ya Navnetewî ICRC got "Şîdeta nakokiyên niha tişteke berê me nedîtbû, êrîşên esmanî yên berdewam li ser Gaza ya ku qelebalixek zêde ya rûniştvanan heye û berdewamiya avêtina mûşekan bo ser bajarên Îsraîlê yên mezin, ku ji encama wê, zarok li herdu aliyan tên kuştin. "
Herwiha wî got "Jibo rûniştvanên Gaza ku xwe bigehînin nexweşxanan û ciyên jêrxana bingehîn yên din, gelek zehmet û aloz bûye, jiber êrîşên esmanî yên berdewam û ziyanên mezin yên gehiştîne cade û avahiyan."
Li aliyek din hêzên leşkerê Îsraîlê îro Yekşemê ragihand ku dewleta Îsraîlê li hember avêtina hejmara zêde ya mûşekan bo ser axa wê di asta herî bilind daye ku berê tiştek weha nedît bû.
Tevgera Hamasê û grûpên din yên çekdar li kerta Gaza ya dorpêçkirî ji roja Duşema borî nêzî 3000 mûşek avêtine Îsraîlê.
Berpirsê eniya navxwe ya leşkerê Îsraîlê Uri Gordon di hevdîtineke li gel rojnamevanan gîtiye, asta avêtina mûşekan vê carê zêdetir kirîye ji dema ku di pevşûnên sala 2019ê û şerê giştî yê li gel Hizbullaha Lubnanê li sala 2006ê.
Êvariya roja Duşema borî tundtirîn pevçûn rûdan ji sala 2014ê, dema ku alozî li mizgefta Al Aqsa derketbûn û ji Duşemê heta niha li gor pêzanînên herdu aliyan 181 kes li kerta Gaza hatine kuştin û 10 kes jî li Îsraîlê.
Hatiye plan kirin ku îro Yekşemê piştî nîvro li gor dema GMT Civata Ewlekariya Navnetewî jibo danûstandinên derbarê kirîza Îsraîlê û Fîlistîniyan de dê bicive.