Filistînî Dibêjin Îsraîlê Êrîşî Dibistaneke Ku NY Rêve Dibe Kir

Karbidestên Fîlîstînî îro Şemîyê ragihand ku Îsraîlê êrîş biriye ser dibistaneke Neteweyên Yekbûyî ya li bakurê Xezayê, ku wek sitargehekê dihat bikaranîn.

Li gor ragihandina şahidan di êrîşê de dibistana El-Fakhora ya li Cebalya hatiye armanckirin, ku bi hezaran koçber lê dijîn.

Li gor agahiyên destpêkê, di êrîşê de herî kêm 20 kes hatine kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûne.

Wêneyên Reutersê yên piştî êrîşê nîşan didin ku li erdê tiştên şikestî belav bûne, xwîn li erdê û ser xwarinê rijiyaye û xelk digirîn.

Rêvebira ragihandinê ya Ajansa Penaberan a Filistînî ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) Juliette Touma piştrast kir ku dibistana ku ji hêla NY ve tê rêvebirin, ji hêla Îsraîlê ve hatiye êrîşkirin.

Juliette Touma got ku di nav qurbanîyan de zarok jî hene, lê UNRWA hîna jimara kuştîyan piştrast nekirîye.

"Herî kêm carek li hewşa dibistanê ya ku bo malbatên koçber kon lê hebûn, hat xistin. Di êrîşên din de jî, hundirê dibistana ku jinan nan lê dipatin, bû armanc," Thomas got.

Wezareta Saxlemîyê ya Xezayê ragihand ku êrîşeke din ya mûşekî ya Îsraîlê de li ber deriyê Nexweşxaneya Zarokan ya Nasir 2 jin hatine kuştin û gelek kesên din jî birîndar bûne.

Artêşa Îsraîlê heya niha di derbarê her du bûyeran de jî ti daxuyanî nedane.

Karbidestên saxlemîya Xezayê îro Şemîyê ragihand ku heta niha zêdetirî 9,488 Filistînî di êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin.

Jêder: Reuters