Karbidestên Filîstînî Dibêjin di Êrîşên Îsraîlê yên Dawî de 4218 Kes Hatine Kuştin

Rêvebirîya Saxlemî ya Gaza îro Înê ragihand ku jiber êrîşên Îsraîlê, ji 7’ê Cotmehê vir ve 4218 Filîstînî hatine kuştin 13400 kes jî birîndar bûne.

Berdevikê rêvebirîya saxlemîyê Eşref El-Qudra di preskonferansa rojane de got ku li Gaza 4137 û li Kenara Rojava jî 81 Filîstînî hatine kuştin.

El-Qudra da zanîn ku zêdeyî 12 hezar kes li Gaza û 1400 kes jî li Kenara Rojava birîndar bûne.

Wî got ku pirtir ji hezar kesên din jî di bin kavilan da ne û piranîya wan zarok in.

El-Qudra herwiha dîyar kir ku jiber êrîşa Îsraîlê ya şeva borî ya ser Dêra Roman Ortodoks li Gaza 16 Filistînîyên Xiristîyan hatine kuştin.