Wezareta Saxlemî ya Gaza Dibêje Hejmara Mirîyan ji 7 Hezarî Borî

Wezareta Saxlemî ya Gaza, ku Hamas bi rêve dibe, ragihand ji 7’ê Cotmehê vir ve pirtir ji 7,000 kesan canên xwe ji dest dane.

Wê wezaretê da zanîn ku ji wan mirîyan 2900 kes zarok in.

Li gor daxuyanîya wezaretê di 24 saetên dawî de pirtir jir 500 kes mirine.

Îsraîlê bi şev bi tankan li Gaza operasyon li dar xistibû û artêşa wê dewletê dide zanîn ku hêzên wê di 24 saetên dawî de êrîş birine ser 250 navendên Hamasê.

Serokê Amerîka Joe Biden do Çarşemê dîyar kir ku bawerîya wî bi daxuyanîyên ser hejmara mirî û birîndarên Gaza tune.

Biden got ku ew dizane ku kesên masum têne kuştine lê ew bi gotinên Filîstînîyan yên ser hejmara kuştî û bîrndaran bawer nake.