Wezîrê Îsraîlî Dibêje Bila Filîstînîyên li Gaza Koçî Welatên Din Bikin

Benjamin Netanyahu û Bezalel Smotrich

Wezîrê Darayî yê Îsraîlê, Bezalel Smotrich îro Sêşemê bang li Filîstînîyan kir ku bi dilxwazî ji Gaza koçber bikin.

Wî got ku Gaze nikare weke heremeke serbixwe bimîne û jibo Filîstînîyên li wir çêtir e ku herin welatên din.

Smotrich, seroktîya yek ji partîyên neteweperest yên olî ya koalîsyona Serokwezîrê Îsraîlî Benjamin Netanyahu dike.

Wî dîyar kir ku ew piştgirîya banga du endamên parlemana Îsraîlê dike ku di nivîsa rojnameya Wall Street Journalê de gotibû ku divê welatên Rojavayî malbatên Gazayî wek penaber qebûl bikin.

"Piştî 75 salên penaberî, xizanî û metirsîyê, jibo rûniûtvanên Gaza û tevahîya herêmê ev çareserîya mirovahî ya rast e,” Smotrich got.

Daxuyanîyên wî rengî li cîhana Erebî bûye sedema nerazîbûnan ku Îsraîl dixwaze Filîstînîyan ji axa wan derxîne.