Îsraîl Bang li Rûniştvanên Bakurê Gazayê Dike ku Sûd ji Derbazbûna Ewle Wergirin

Rûniştvanên herêma bakurê Gazayê ber bi başûrê Gazayê ve diçin

Berdevkê Hêzên Berevaniya Îsraîlê ji bo medyaya Erebî, Avichay Adraee, îro Çarşemê di peyameke xwe ya platforma X'ê de bang li rûniştvanên bakurê Gazayê dike ku kesên bixwazin bi şêweke ewle herin başûr bila weke bi hezaran welatiyên Gazayê bikin ku îro bi rihetî derbasî başûr bûne:

"Rûniştvanên Gazayê , ji seat 10:00 sibehê ve bi hezaran ji bakurê kerta Gazayê bersiva daxwaz û bangewaziyên me dane û di vê seatê de li ser rê ne, ber bi başûrê Gazayê ve diçin, bi taybetî li başûrê Geliyê Gazayê li ser riya Selaheddîn ketine rê."

Herwiha berdevik dibêje "Ji bo ewlehiya we, îro heya seat du piştî nîvro ji dema mayî sûd werbigirin da ku xwe û endamên malbata xwe biparêzin."

Avichay Adraee, di peyamek cûda de radigihîne ku seatek din ji mohleta hatiye dayîn, hat zêdekirin ku pirranî kes bikarin ji dema zêdekirî sûdmend bin û giyanê xwe û malbatên xwe biparêz in.