Bandora Şerê Îsraîl Û Hamasê Li Ser Sûrîyê Çi Ye?

Ji dema êrîşa Hamasê ya 7ê Cotmehê ve û bersiva Îsraîlê, agirê wî şerî derbasî Sûrîyê dibe.

Mîlîsên girêdayî Îranê bi rokêt û dronan 33 caran êrîşî bingehên koalisyonê li Sûrîyê û Îraqê kirine, û Amerîka 3 caran di çarçoveya parastinê de bi êrîşên esmanî xalên wan mîlîsan armanc girtin.

Her wisa li gorî amarên ragihandî, rêjeya êrîşên Daişê vê demê zêde bûne.

Kurdên Sûrîyê bi tirs in ku Tirkîyê jî sûdê ji mijûlbûna Amerîka bi şerê Geza wergire û êrîşeke bejahî pêk bîne.

Gelo bandora şerî Gezayê li Sûrîyê bi giştî û li herêmên kurdên Sûrîyê çi ye?

Daişê çawa sûdê ji vê yekê dike û gelo Tirkîyê dê êrîşek bejahî pêk bîne?

Ev hemû Mijar li gel mêvanên Mijara Rojê, lêkolînerê navneda Firatê ya lêkolînan Lezgîn Îbrahîm û Rojnamevan Ekîd Mişmiş hatin gotûbêjkirin.

Your browser doesn’t support HTML5

Mijara Rojê/Deng/Zana Omer