Karbidestekî Saxlemîya Gaza Hate Kuştin, Tankên Îsraîlî jî Kûrtir Diçin Nav Refahê

Tankeke Îsraîlî li Refahê, Kerta Gaza. 23'ê Hezîranê, 2024.

Di êrîşeke esmanî ya Îsraîlê de ser navendeke bijîşkî li bajarê Gazayê, berpirsê Beşa Ambulans û Lezgînîyê Hanî el Ceferawî hat kuştin, wezareta saxlemîyê ya herêma dorpêçkirî ragihand.

Wezaretê got ku bi kuştina Ceferawî hejmara xebatkarên bijîşkî yên ji 7’ê Cotmehê û vir ve jiber êrîşên Îsraîlê hatine kuştin gihîştîye 500 kesan. Herî kêm 300 kesên din jî heta niha hatine desteser kirin.

Hevdem, artêşa Îsraîlî ragihand ku di wê êrîşê de fermandarekî payebilind yê Hamasê Mihemed Selah hatiye armanc kirin, jiber ku ew berpirsê pêşxistina çekên Hamasê bû.

"Selah endamekî projeya pêşxistina çekên stratejîk bû, jibo rêxistina terorîst ya Hamasê, û wî fermandarîya hejmareke tîmên terorîst yên Hamasê dikir, yên ku ser pêşxistina çekan dixebitîn," artêşê got.

Li Refahê, nêzî sînorê bi Misrê re, hêzên Îsraîlî yên ku herêmên rojhilat, başûr û navendî yên bajêr kontrol dikin, êrîşên li herêmên rojava û bakur domandin, rûniştvanan gotin.

Li gor ragihandina rûniştvanan, tankên Îsraîlê roja Yekşemê ber bi kampa Mewasî ya derbideran ve li bakurê rojavayê Refahê pêşve çûne, û gelek malbat neçar kirine ku ew ber bi bakur Xan Yûnis û Dêr El Belah li navenda Gazayê ve biçin. Ev deverên bi tenê ne li Gazayê ku hîn tank lê bi cîh nebûne.

Artêşa Îsraîlî got ku hêzên wê "operasyonên armanckirî yên li ser bingeha îstixbaratê" li Refahê didomin, çek û roketavêj dîtine û çekdarên "ku gef li wan dixwarin" kuştine.

Îsraîl armanckirina sivîlan red dike û Hamasê tawanbar dike ku çekdarên komê di nav sivîlan de şer dikin da ku hejmara qurbanîyên sivîl zêde bibe. Hamas vê yekê red dike.

Li bakurê devera dorpêçkirî, ku Îsraîlê gotibû ku hêzên wê çend meh berê operasyonên xwe temam kirin, rûniştvanan got ku tank ber bi taxa Zeytûnê paşve vekişîne û ji gelek taxên wê herêmê derketine.

Êrîşên bejayî û esmanî yên Îsraîlê li Gazayê di 7’ê Cotmehê de destpê kirin, piştî ku mîlîtanên bi pêşengîya Hamasê di 7’ê Cotmehê de êrîşî başûrê Îsraîlê kirin.

Li gor daneyên Îsraîlî, dora 1200 kes hatin kuştin û 250 kes wek dîl hatine revandin û 132 jî winda ne.

Wezareta Saxlemîya Gaza dibêje ku di şerê Îsraîlê yê li Gaza de heta niha herî kêm 37,598 Filîstînî hatine kuştin û zêdetirî 88 hezaran jî birîndar bûne.

Jêder: Reuters