Yekemîn Kamyonên Alîkariyê Yên Lezgîn Derbasî Xezayê Dibin

Karwanekî kamyonên ku alîkariyên mirovî hildigirin, di 21ê Cotmeha 2023an de ji Misrê bi rêya deriyê sînorî yê Refehê derbasî Kerta Xezayê dibe.

Yekem kamyonên ku alîkariyên mirovî yên lezgîn hildigirin ji dema ku Îsraîlê dest bi dorpêçkirina Xezeyê kir 12 rojan berê, roja Şemiyê ji Misrê derbasî navçê bûn piştî bombebarana giran a Îsraîlî ya şevê din ku bi dehan Filistînî kuştin.

Serokê Amerîka Joe Biden di destpêka vê hefteyê de gotibû ku lihevkirin çêbûye ku 20 kamyonên alîkarîyê ji xala sînorî ya Refeha Xezayê bi Misrê re derbas bibin û roja Înîyê got ku ew bawer dike ku yekem kamyon dê di nav 48 demjimêran de derbas bibin.

Şahidan got, 15 ji 20 kamyonan li aliyê Xezayê yê sînorî bûn piştî kontrolên Heyva Sor a Filistînî û xwe amade dikirin ku derbasî deverên niştecihbûnê bibin, piştî çend rojan ji gotûbêjên dîplomatîk li ser şert û mercên gihandina alîkariyê.

Lê ew ê tenê perçeyek piçûk be ji tiştê ku li Xezayê tê xwestin, ku li wir "dorpêça tevahî" ya Îsraîl hişt ku 2.3 mîlyon mirovên wê ji xwarin, av, derman û sotemeniyê bêpar bimînin, tiştê ku Neteweyên Yekbûyî dibêje karesatek mirovahî ya nûjen e.

Neteweyên Yekbûyî got ku di karwanê alîkariyan de pêdiviyên jiyanê hene ku dê ji hêla Heyva Sor a Filistînî ve werin wergirtin û belavkirin. Grûpa Îslamî ya Filistînî Hemas, ku serweriya Xezayê dike, got di nav alîkariyan de derman û xwarina sînodrdar heye lê sotemenî nîne.

Karbidestên tenduristiyê yên Fîlîstînî got ku nebûna sûtemeniyê jiyana nexweşan dixe metirsiyê, di nav de kesên ku ji ber êrîşên esmanî birîndar bûne. 14 navendên tenduristiyê ji ber nebûna sotemeniyê xebatên xwe rawestandine.

Karbidestên Neteweyên Yekbûyî dibêjin rojane herî kêm 100 kamyon hewce ne ji bo dabînkirina pêwîstîyên bilez û rizgarkirinê û divê alîkariyî berdewam bin.

Çavkanî: Rueters