Koma Muzîkjenê Kurd Ganî Mîrzo li Giravên Kenarî Beşdarî Festîvala Folk Dibe

Koma muzîkjenê kurd Ganî Mîrzo bi navê Muzîka ji Kurdistanê beşdarî Festîvala Folk a 16an ya Giravên Kenarî ya 2023, dibe .
Ev festîval ji bo pênasîn û nêzîkirina muzîk û çandên miletan e.

Gani Mirzo Band

Koma Mîrzo ji hunermendên cuda û çandên ciyawaz pêk tê: Îbrahîm Kêvo, ku hunermendekî Ermenî Sûrî ye û li Almanyayê dijî, Neila Benbey ya Cezayîrî Ispanî ku li Berşelona dijî, Josean Martin ji herêma Bask, Fran Lasuen ji herêma Bask, û Ganî Mîrzo ji Kurdên Sûriyê ku li Berşelona dijî.

Ibrahim Keivo and Neila Benbey

Koma Mîrzo du konsêrtan lidar dixe; yek roja Şemiyê 9ê Kanûna 2023an, li bajarê La pueblo de San Nicolas, û ya duyem roja Yekşemê 10ê Kanûnê, li Arucas.

Hunermend Ganî Mîrzo ji Dengê Amerîka re got:" Em dixwazin pênasînek hêja û astbilind bidin miletê kurd û her wiha miletên din jî bi rêka muzîkê, ku ew dikare mirovan bigihîne hev û hezkirinê belav bike."

Hêjaye gotinê ye ku Koma Mîrzo bi salan e xebatên xwe berdewam dike li ser pêşkêşkirina muzîka resen ya cihêreng ku stran û muzîkê bi zimanên cuda dide nasîn wek Kurdî, Ermenî, Ketelanî, Ispanî, Erebî û zimanên din jî.