Parlemana Almanî bi têkraya partîyên sîyasî kuştinkarîya Ermenîyan bi destê Osmanlîyan berî 100 salan wek jenosîd nas dike.
Ev biryar bûye sedemê torebûna hikûmeta Tirkîyê û serokwezîr dibêje biryara vê demê hestîyar wê peywendîyên her du welatan dane ber taqîkirinê. Tirkîyê kêşeya penaberên Sûrî û Îraqî wek çek li dijî Ewrupîyan bi kar tîne.
Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de, rêvebirê Weqfa Ermenîyan li Amedê, Gafur Ohanyan got, çi peywendî di navbera pirsa penaberan û jenosîda Ermenîyan de tuneye.
“Biryara parlemana Almanî însanî bû. Kesên ku jenosîda Ermenîyan û kêşeya penaberan bi hevre girê didin, karekî neexlaqî dikin.”
Ohanyan îdia kir ku eger jenosîda Ermenîyan zûtir hatiba naskirin hîngê ya Cihuyan nedibû.
Your browser doesn’t support HTML5