Almanya Pêşwaziyê li Rêberên Welatên G-7 Dike

Lûtkeya serokên G7an Brîtanya, Kanada, Fransa, Almanya, Îtalya, Japonya û Amerîkayê li qesra Elmau li Çiyayên Alp li Bavarya Almanyayê dihêt lidarxistin.

Di civîneka berî lûtkeya G7an Serokê Amerîka Joe Bidenî îro Yekşemê spasiya serokwezîrê Almanya Olaf Scholzî kir bo rêberîya wî di kêşeya Ukraynayê da û got ku divê Rojava li dijî êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê yekgirtî bimîne.

Wî gote Scholzî "Divê em pêkve bimînin," Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn hêvî dikir "ku bi awayekî NATO û G7 dê perçe bibin û ji yek veqetîyên". "Lê em perçe nebûn û em perçe nabin jî."

Civîna sê rojan di bin siya êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê de dihêt lidarxistin. Şirovekarên siyasî dibêjin, tê çaverêkirin ku serokên G-7 dê bi yekdengî piştgirî bidin Ukraynayê di şerê wê yê dijî Rûsyayê.

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz herî dawî gote parlementoya Almanyayê : "Divê lûtke ne tenê peyamê bide ku NATO û G-7 ji her demê bêtir yekgirtî ne," di heman demê da divêt ku demokrasiyên cîhanê pêkve li dijî emperyalîzma Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtînî ravestin her wekî têkoşîna pêkve ya dijî birsîbûn û xizaniyê da dikin.”

Di heman çarçoveya harîkarîya bo Ukraynayê hêzên cîhanî ewro Yekşemê di lûtkeya G7an da pêkhatin ku hinardekirina zêri bo Rûsyayê qedexe bike, di çalakiyek nû ya hevgirtî de ji bo qutkirina jiyana darayî ya Moskowayê dema ku serokên G7 piştgirîya nû bo Ukraynayê radigehînin.

John Kirby, peyvdarê Civata Ewlehîya Netewî li Qesra Spî, got ku G7 dê hewil bide ku Rûsya berpirsiyar bigre û lêçûn û encamên şer li ser Putin û aboriya wî zêde bike.

Di heman demê de, armanca rêberên G7 ew e ku "hindî ji destên wan dihêt bandora bilindbûna bihayê enerjîyê kêm bikin ku Putin vê wek çek bikartîne.

Herwiha mijarên bihabûn krîza xwarinê û ya guhertina keşûhewa di di lûtkeya G7an da bihên gotûbêj kirin.

Piştî lûtkeya G-7an, serokên cîhanê dê ji bo civîna NATOyê biçin Madrîdê ku di navbera 28 û 30 Xizîranê da dihêt lidarxistin.