Koma Heft (G7), Yekîtîya Ewrupa (YE) û Awustralya ragihandin ku ew ser nirxê petrola ku ji Rûsya bi rêya deryayê tê veguheztin hevbîr bûne û wê bo yek bermîleke petrola xav ya Rûsî 60 Dolar nirx were sepandin.
Wan di daxuyanîyeke de da zanîn ku ev biryara wê di 5’ê Berfanbarê de têkeve merîyetê û biryar kêmkirina dahata Rûsya ya ji firotina petrol û herwiha pêşîgirtina li bilindbûna bihayên cîhanî armanc dike.
"Em nêta xwe dubare dikin ku hêdî hêdî petrola xav û berhemên petrolê yên Rûsî ji bazarên xwe yên navxweyî derxînin."
Hikûmetên G7 û Yekîtîya Ewrupa (YE) divê niha vê biryarê bi fermî pesend bikin.
Seroktîya Ukrayna îro Şemîyê pêşwazîya biryarê kir û got ku ku nirxê 60 dolarî ya petrola Rûsî ku ji hêla YE, G7 û Awustralya ve hatîye pejirandin "wê aborîya Rûsya hilweşîne, lê nirxê 30 dolarî wê zûtir wêran bikira."
Serokê Komîteya Derve ya Civata Jêrîn ya Rûsya Leonid Slutsky ji ajansa Tass re got ku YE ewlekarîya xwe ya enerîyê dixe metirsîyê.
Alîkarê Serokwezîrê Rûsya Aleksandr Novak do Înê got ku ewê petrol û hilberên petrolê nefroşin welat û kompanîyên ku piştgirîyê didin sepandina nirxê bo petrola Rûsya.
Serokê Rûsya Vladimir Putin û karbidestên payebilind yên Kremlînê gelek caran gotine ku ewê petrolê nedin welatên ku nirxê sînordar pêk tînin.