G7 Peywendiyên Aram Bi Çînê Re Dixwaze Lê Huşdariya 'Çekdarkirinê' Dide

APTOPIX Japan G7 Summit

Rêberên G7 roja Şemiyê hişyarî da Çînê li ser "çalakiyên wê yên leşkerî" li herêma Asya-Pasîfîkê, lê gotin ku blok her weha "têkiliyên çêker û aram" bi Pekînê re dixwaze.

Di daxuyaniya dawî de ku di lûtkeya Hîroşîmayê de hat belavkirin, welatan gelek xemên xwe derbarê çalakiyên aborî û leşkerî yên Çînê diyar kirin.

Lê wan di heman demê de hewil da ku derî ji hevkariyê re vekirî bihêlin û nehêlin aloziyên di navbera duyemîn aboriya herî mezin a cîhanê û koma hêzên mezin ên rojavayî û Japonê de zêde bibin.

G7 got, "Em amade ne ku têkiliyên avaker û bi seqamgîr bi Çînê re ava bikin, girîngiya ku bi eşkereyî bi Çînê re têkildar bin û fikarên xwe rasterast ji Çînê re diyar bikin."

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin, "Nêzîkatiyên me yên siyasî ne ji bo gihandina ziyanê bo Çînê ne û ne jî em hewl didin ku pêşkeftin û geşepêdana aborî ya Çînê asteng bikin."

Lê zimanê daxuyaniyê, fikarên berfireh ên blokê di derbarê dilxwaza Pekînê ya bicihanîna tedbîrên bazirganiyê di nakokiyên dîplomatîk de û biryardariya G7ê ya dûrxistina biwarên hestdar ji bandora Çînî, eşkere kir.

Blokê hişyarî da li hember "çekdarkirina" Çînê li Deryaya Çînê ya Başûr û dûbare kir ku "aştî û aramî" li Tengava Taywanê ji bo ewlehiya cîhanî "pêdivî" ye.

Û wê ji Çînê xwest ku bandora xwe ya li ser Rûsyayê bikar bîne "ji bo rawestandina êrîşa wê ya leşkerî, û yekser, bi temamî û bê şert û merc leşkerên xwe ji Ukraynayê vekişîne".

Çavkanî: AFP