G7 Îranê Hişyar Dike ku Muşekên Balîstîk Nede Rûsya

Russia Iran

G7 îro Înê bi daxuyanîyekê Îran hişyar kir ku jibo karanîna şerê li Ukrayna muşekên balîstîk nede Rûsya.

Rêberên G7 di daxuyanîyê de dîyar dikin ku ger Îran dayîna muşekên balîstîk yan jî teknolojîya ser wê bide ewê bi lez û bi aweyekî kordînekirî bersîvê bidin.

Hin jêderan meha borî ji ajans nûçeyan ya Reutersê re gotibûn ku Îran muşekên balîstîk dide Rûsya û ew her du dewletên bi toleyên Amerîka re rûbirû mane hevkarîya leşkerî pêşdetir dibin.

Di daxuyanîya G7 de nehat eşkere kirin ku Rûsya muşek sitandine yan ne, lê hat nîşan dan ku Tahran ser vê mijarê disekine.

Daxuyanî dîyar dike ku nûçeyên ser danûstandina muşekên balîstîk fikarên kûr çêdikin.

G7 got ku muşekên balîstîk wê zararê bidin îstiqrara herêmê û ji Tehranê xwest ku muşekan nede Moskowê.

Bi berdewamî, G7 bal kişand ku Tehran dronan dide Rûsya û ew jî wan dijî sîvîlan bi kar tîne.

Rêberîya G7 niha Îtalya dike ku di wê komê de Amerîka, Japonya, Almanya, Brîtanya, Fransa û Kanada hene.

Reutersê di rojên borî de dîyar kiribû ku YE wê jiber danûstandina çekan ya Rûsya û Îranê dijî Tehranê tedbîran ragihîne.

Jêder: Reuters