Kişanak Dibêje Ew jibo Çareserkirina Pirsa Kurdan Bûye Berbijara Bajarvanîya Enqerê

Berbijara Bajarvanîya Enqerê ya Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Gultan Kişanak got ku ew jibo çareserkirina pirsa Kurdan û azadîya jinan bûye berbijar.

Kişanak, ku li Zindana bajarê Kocaelî girtî ye, di rûniştina Doza Kobanê de dîyar kir ku ew dizanin ku meseleya Kurdan û azadîya jinan li Tirkîyê mijarên serekî ne ku li benda çareserîyan in.

‘’Dixwazin me ji hevdu cihê bikin, dixwazin Enqere û Amed ji hev dûr bikevin. Jibo em van her du bajaran li hev bicivînin ez bûm berbijar.’’

Wê dîyar kir ku pêgirîya DEM Partî jibo demokrasî ye û ew dixwazin di wekhevîyê de bi awayekî azad bijîn.

Kişanak bi bîr xist ku ew nêzî 8 sal in li girtîgehê ye e û wê ji wir du hilbijartinên giştî, hilbijartineke herêmî û referandum dîtine.

Her du sîyasetvanêîn zindankirî Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak di kongreya DBP de ( 01/02/2010)

Berbijara DEM Partî dîyar kir ku ew niha ‘’rehîneyeke sîyasî’’ ye, kempeyna xwe ya hilbjartinê ji girtîgehê dimeşîne û hewil dide ji salonên dadgehê dengê xwe bigihîne gel.

Hiqûqzan Ozturk Turkdogan çend roj berê ji Dengê Amerîka re gotibû ku heyeta dadgehê di Doza Kobanê de qanûna bingehîn binpê dike.

Turkdogan dîyar kiribû ku ger Kişanak neyê berdan li gor qanûnê heyeta dadgehê dibe sûcdar.

Wî gotibû ku desthilat çi dixwaze dadgeh jî li gor wê tevdigere.

Hêjayî bîrxistinêye ku di Doza Kobanê de 18 ji wan girtî, 108 kes têne darizandin.

Jêder: Ajansa Mezopotamya, VOA