Serkirdeyên Abûriyên Mezin li Frensa Kom Dibin

Îro li Frensa serkirdeyên welatên pîşesazî yên mezin ên cîhanê kombûna xwe ya salane li dar dixine.

Kombûna gurûpa 7 welatên mezin ku bi navê G-7 tê nasîn li bajarê Biarritz bi rê ve diçe.

Gefên serokê Amerîka Donald Trump yên berî kombûnê ku wê bacên gumrigê bide ser wayna Frensî, wê jî girjiyeke din zêde kir li girjiyên ku berê di navbera serkirdeyên welatan de hene, wek guhertina keş û hewayê, danûstandna bi Çînê û Îranê re, hebûn û nebûna Rûsya di nava G-7 de û her wiha derketina Brîtanya ji Yekîtiya Ewrupî.

Bi van nakokiyan, renge lihevkirin nebin. Piştî daniştina yekem a îro Yekşemê serkirde di gihîştina rêkeftinekê de têş çûn li dor vegerandina Rûsya nav gurûpê.

Rûsya ji gurûpê hatibû derxistin piştî destêwerdana wê ya di Okranya de û dorpêçkirina nîvgirava Qurum di sala 2014an de.

Serokê Civata Ewrupî Donald Tusk diyar kir ku hinekî zehmet e ku ew “zimanekî hevbeş bibînin.”

Serokê Frensa Emmanuel Macron ragihand ku wê daxuyaniyeke hevbeş di dawiya kombûnê de nebe, ji ber nakokiyên heyî li dor pirsgirêkên sereke.