100 Parlamenterên Fransî ‘Sîyaseta Şer’ Ya Erdoganî Li Dijî Kurdên Sûriyeyê Şermezar Dikin

Sed parlementerên Fransî ku bi giranî ji çepên siyasî ne, roja Şemîyê "sîyaseta şer" ya Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdoganî li dijî Kurdan li bakurê Sûrîyê şermezar kirin.

Parlamenteran di daxuyaniya ku hatîye weşandin got di dema ku bala cîhanê ser Ukraynayê ye, jiber ku tawanên şer yên Rûsyayê li vê derê zêde dibin, Erdogan "pîlan dike ku êrîşeke bi xwîn ya wek gelek caran li dijî kurdan li bakurê Sûriyê pêk bîne",

Daxuyaniya ku ji alîyê senatorê komunîst Laurence Cohen ve hatî destpêkirin dibêje Serokê Tirkiyê "derfetê" ji statûya sereke ya Tirkiyê werdigire, wek endama NATOyê ku hem li gel Moskowa û hem jî li gel Kîevê di nava şert û mercên baş da ye, "da ku ji Hevpeymaniya Atlantîkê, NATOyê desturê werbigire û êrîşên xwe li bakurê Sûriyê zêde bike".

Nûnerên hilbijartî, parlementer û senatorên Civata Jorîn ku piranî ji partiyên çepgir û jîngehparêz pêktên, gotin: "Divêt welatên Rojavayî êdî pişta xwe nedin bûyeran û li aliyekî din nenêrin".

Hinek ji Komarîyên rastgir (LR) û partiya desthilatdar ya Serok Emmanuel Macron tevlî wan bûn.

Wan bang li welatên Rojavayê kirin ku "parastina çalakvan û komeleyên Kurd yên li ser axa Ewropayê hene garantî bike".

Îmzakeran daxwaz ji Fransayê kirin ku vê mijarê ragihîne bo Ciwata Ewlehîyê ya NY "ji bo ragihandina herêmek bêfirîn li bakurê Sûriyê û danîna Kurdên Sûriyê di bin parastina navnetewî da".

Wan her wiha bang kir ku Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê “ji alîyê navnetewî ve bihêt nasîn”.

Jêder: AFP