Raporta nû ya rêxistina serbixwe Freedom House (Mala Azadî) dide zanîn ku jibo 12emîn sala berdewam, binemayên demokratîk wek serwerîya hilbijartinan û azadîya ragihandinê li seranserî cîhanê lawaz bûne.
Berî ew raport were waşandin, rêvebirê Freedom House Arch Puddinton ji Dengê Amerîka re got ku gelek welat –ji sala 2017’ê pirtir- hene ku di warê azadîyê de, şûna ku baştir bin, hîn xirabtir bûne.
Li gor Mala Azadî ku di sala 2017’ê de şîkarîya agahîyên ji 195 welatên cîhanê kirîye, 88 dewlet wek welatên azad, 58 welat wek hinek azad û 49 welat jî wek welatên ne-azad hatine destnîşan kirin.
Tevî vê çendê ku Îraq û Afganistan wek welatên ne-azad hatine dîyar kirin û tevî berdewambûna şer li wan welatan, Mala Azadî ew du welat dane nasandin ku li 2018ê jî di bin çavedêrîyê de bin.
Ew nayê wê wateyê ku ew welat di arasteyeke çewt yan rast û durist de pêşve diçin. Tenê tê wê wateyê ku li wan welatan gelek tişt diqewimin û em pêşbînî dikin ku li wê derê gelek guherîn li sala tê çêbin,” Puddinton got.
Yek jî zanyarîyên balkêş ya raportê lawazbûna pêşengîya demokrasîya Amerîka ye ku rewşa wî welatî taybetî bi lêpirsîna şêwirmendê taybet ya derbarê destêverdana Rusya di hilbijartinên serokatîya 2016’an de aloztir bûye.