Parlamanter Fredrik Malm Endamtîya Swêdê ya NATO'yê û Îdiayên Tirkîyê Dinirxîne

Fredrik Malm, endamê parlamana Swêdê yê ji Partîya Lîberal e û herwiha serokê Koma Dostanîya Kurdistanê ya li Parlamana Swêdê ye.

Di hevpeyvîna taybet ya Dengê Amerîka de, Malm pirsên me yên ser endamtîya Swêdê ya NATO'yê bersîv dike û îdiayên Tirkîyê yên dijî Kurdên Swêdê dinirxîne.

"Em piştevanîya mefê mirovan dikin, em piştgirîya mafê Kurdan dikin. Gelek hemwelatîyên Kurd li Swêdê hene û em dixwazin dengê Kurdan jî hebe. Ew gelek sal in ku Kurd li Tirkîyê têne tepeser kirin û zilûm li wan tê kirin."

Malm xema xwe dîyar dike ku Tirkîye careke din operasyoneke leşkerî li Sûrîyê bike.

"Em di xema hindê de ne ku Tirkîye careke din bikeve bakurê Sûrîyê û herêma Rojava dagir bike. Ji me re rewş gelek aloz e."

Kerem kin tevahîya vê hevpeyvîna hevkarê me Dexîlê Şemo temaşe bikin:

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîna Taybet bi Serokê Koma Dostanîya Kurdistanê li Parlamana Swêdê Fredrik Malm re