Fransa Hazirîya Karanîna Doza Sêyan ya Vaksîna Vîrusa Korona Dike

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron îro Pêncşemê ji Instagramê dîyar kir ku dibe ku kal û pîr û kesên berevanîya wan ne xurt doza sêyan ya vaksîna vîrusa korona li xwe bidin.

Macron da zanîn ku ewê di Îlonê de dest bi belavkirina doza sêyan ya vaksîna vîrusa korona bikin.

‘’Wisa xuya dike, ne herkes, lê kal û pîr û kesên berevanîya wan ne saxlem e dê doza sêyan li xwe xin.’’ Macron got.

Jiber ku li Fransa metirsîya pêlan çara ya vîrusa korona çêbûye û hikûmeta Macron bi protestoyên dijî polîtîkayên ser vîrusa korona re rûbirû maye, hikûmet hewil dide ku jinûve lezekê bide bernameya vaksînê.

Serokê Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus do Çarşemê banga rawestandina karanîna dozên zêdetir kiribû.