Fransa: Divê Ser Îdayên Karanîna Çekên Kîmyayî li Sûrîyê Vekolîn Hebin

avahîya Wezareta Derve ya Fransa (Quai d'Orsay)

Wezareta Derve ya Fransa îro Çarşemê ragihand ku îdayên derheqa karanîna çekên kîmyayî ji alîyê hikûmeta Sûrî ve, vêkolîn werin kirin.

“Em îdiayên wiha bi hişyarîyeke cidî werdigirin. Divê vekolîn ser wan îdiayan werin kirin û em bi xurtî bawerîya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OKCW) dikin,” daxuyanîya wezaretê got.

Wezareta Derve ya Amerîkî roja Sêşemê ragihandibû ku nîşane hene ku reng e hikûmeta Sûrîyê çekên kîmyayî bi kar tîne û Yekşemê borî li rojavayê bakurê wî welatî êrîşeke gaza klorîn pêk hatiye.