Fransa Dibêje Kuştina Sahrawî ji Dewleta Îslamî ya li Sahra Mezin re Darbeke Giran E

Florence Parly

Wezîra Hêzên Çekdar yên Fransî, Florence Parly îro Pêncşemê ji rojnamevanan re got ku kuştina Adnan Ebu Welîd el-Sahrawî ji Dewleta Îslamî ya li Sahra Mezin re darbeke mezin e.

“Hêzên dijterorê yên Fransî yên li bakurê Malî, Sahrawî dişopand û ew di nîva Tebaxê de bi êrîşeke dronî kuşt,” Parly got.

Wezîra Fransî bi berdewamî got ku ew hîn nizanin ku kî wê şûna Sahrawî bigire.

“Lê, em dizanin ku kesê ku were şûna wî wê nikaribe bi hêsanî cîhê wî dagire," Parly got.

Pisporên Fransî texmîn dikin ku Dewleta Îslamî ya li Sahra Mezin ji kuştina 2 heta 3 hezar kes berpirs e ku piranîya wan kesna Misilman in.

Parly herwiha got ku bi bawerîya wam ku di destê wê rêxistina tundrê de hîn bi sedan şervan hene.

“Rêberên wê komê wekî berê ne ji dewletên curbicur in, lê piranî ji eşîra xwecîhî Fulani ne.”

Serokê Fransa Emmanuel Macron do ragihandibû ku artêşa Fransî Sahrawi kuşt.

Macron gotibû ku Sahrawi di sala 2017’an de dijî leşerên Amerîkî êrîşeke kujer pêk anîbû û wî di Tebaxa 2020’an de jî fermana kuştina jî 6 xebatkarên sazîyeke alîkarîyê ya Fransî û ajovanekî Nîjerî dabû.