Fransa Tedbîrên Dijî Vîrusa Korona Berfireh Dike

Serokwezîrê Fransa Jean Castex û serokomarê wî welatî Emmanuel Macron

Fransa dê jiber zêdebûna pêketinên nû yên vîrusa korona dema qedexeya derketina derve dirêjtir bike.

Serokwezîrê Fransa Jean Castex dîyar kir ku ji roja Şemîyê pê ve qedexeya derketinê dê di saet 18:00 de destpê bike ku ew niha di navbera 20:00 û 06:00 de didome.

Castex da zanîn ku hejmara pêketinên nû yên vîrusa korona bi wan re fikar çêkirine û ew neçar mane ku qedexeyê berfirehtir bikin.

Wî bi berdewamî got ku ewê ji kesên ji derveyî Yekîtîya Ewrupa (YE) têne welatê wan testên negatîf yên vîrusa korona yên 72 saetên dawî bixwazin û wan 7 rojan di karantînê de bihêlin.

Berpirsên Fransî dixwazin bi van tedbîran rê li ber belavbûna cureya nû ya vîrusa korona jî, ku cara pêşî di Berfanbarê de li Brîtanya hatibû dîtin, bigirin.

Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Fransa bi qasî 3 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 69,450 kes bi wê mirine.