Fransa Dijî Pêla Duyê ya Vîrusa Korona Jinûve Dikeve Karantînê

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron di banga bo gel de tedbîrên nû yên dijî pêla duyê ya vîrusa korona eşkere kirin.

Macron dîyar kir ku sînordarkirinên nû dê li seranserê welêt werin ragihandin û ew dê di 30’ê Cotmehê de destpê bikin û heta 1’ê Berfanbarê bidomin.

Li gor tedbîrên ku Macron eşkere kirine, xênji danûstandinên mecbûrî û derketina bo doktoran herkes dê li malê be û ger pêkan be dê karê xwe ji malê bimeşîne. Beşeke mezin ya restoran, bar û molan dê girtî bimînin.

Dibistanên seretayî û yên navîn dê vekirî bin, lê dê li wan dibistanan baldarîya bo paqijîyê ji berê zêdetir be.

Macron dîyar kir ku divê hemwelatî bi qasî ji dest wan tê ji malê dernekevin û da zanîn ku pêla duyê ya vîrusa korona pir zû belav dibe û ew ji pêla yekê tundtir e û kuştina wê hîn zêdetir e.

Hikûmeta Fransa bo pêla pêşî ya vîrusa korona di navbera 17’ê Adarê û 11’ê Gulanê de derketina derve sînordar kiribû û pisporan bidawîkirina wan sînordarkirinan rexne kiribûn.

Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Fransa 1,2 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine 35,820 kes bi wê mirine.