Fransa Qedexeyên Ser Derketina Derve bi Dawî Dike

Fransa ji îro pê ve qedexeyên ser derktina derve sist dike.

Hikûmeta Fransa destûr dide ku kafe û restoran vebin û rê dide hemwelatîyên xwe ku ber bi welatên din yên Ewrupa ve rêwîtîyê bikin.

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron dîyar kir ku ew di pêla pêşî de dijî vîrusa korona bi ser ketine û hemwelatîyên xwe ser vegera vîrusê hişyar kir.

Hin otel û restoranên li Fransa di serê Hezîranê de vebûbûn lê li Parîsê tedbir nehatibûn rakirin.

Macron da zanîn ku tedbîrên li Parîsê jî bi awayekî berfireh hatine bi dawî kirin.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li Fransa bi qasî 200,000 kes bi vîrusa korona ketine û 29,410 kes jîyanên xwe ji dest dane.