Fransa, Brîtanya û Almanya ji Peymana Navokî Dernakevin

Macron, May û Merkel

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron dîyar kir ku Fransa, Almanya û Brîtanya jiber ku Amerîka ji peymana navokî vekişîyaye, ketine fikaran û da zanîn ku bo hewildana astengkirina çekên navokî metirsî çêbûyê.

Serokwezîra Brîtanya Theresa May jî di daxuyanîya hevbeş ya Almanya, Fransa û Brîtanya de bang li Amerîka kir ku bo welatên din yên peymana navokî îmza kirine, rê bi temamî li ber peymanê negire. May da zanîn ku ewê maytekirina li bicîhanîna şertên peymanê be.

Di daxuyanîya hevbeş de, Brîtanya, Almanya û Fransa da zanîn ku ewê girêdayî peymana navokî bimînin.

Her sê welatan bang li hemî alîyan kir ku girêdayî peymanê bimînin û bi berpirsî tevbigerin.