Li Fransa Çekdaran Êrîşê Wesayîta Girtîgehê Kirin: Girtîyek Revîya, 2 Polîs Hatin Kuştin

Dîmenek ji qada êrîşê ku komek çekdaran êrîşêk konwoyeke girtîgeheke kirine, da ku firoşkarê narkotîkê azad bikin, Incarville li herema Eure ya bakurê, 14 Gulan, 2024.

Karbidestên Fransa ragihand ku li Incarville herema Eure ya bakurê welat, komek çekdaran êrîşêk konwoyeke girtîgeheke kirine, da ku firoşkarê narkotîkê yê bi navê "Mêş – The Fly" azad bikin.

Hat ragihandin ku di bûyerê de êrîşkarên xwe veşartibûn, 2 nobedarên girtîgehê girtîgehê kuştine û sê kes bi giranî birîndar kirine.

Hat ragihandin ku firoşkarê narkotîkê yê girtî û êrîşkar bi otomobîleke revîyane, ku piştre li nêzî qada bûyerê şewitî hatiye dîtin.

Li gor agahîyên ji dozgerîya Parîsê û polîsan, navê girtîyê ku reviyayî Mihemed Amra yê 30 salî ye û ew ji bakurê Fransa ye.

Mihemed Amra di 10’ê Gulanê de ji aliyê dadgeha Evreux ve jiber dizîyê hatiye mehkûmkirin û li girtîgeha Val de Reuil dima, dozgerîyê got.

Dozgerîya Parîsê herwiha ragihand ku, Amra ji aliyê dozgerên Marsîlyayê ve jiber revandina kesekî ku bûbû sedema kuştin wî jî dihat tawanbar kirin.

Jêderekî polîs li Marsîlya got ku Amra firoşkarê narkotîkê bû û têkilîya wî bi çeteya hêzdar "Reş" ya bajêr re hebû.

Wezîrê navxweyî Gérald Darmanin dîyar kir ku jibo dîtina Amra û êrîşkaran operasyoneke legerînê ya berfireh hatiye destpê kirin,ku bi sedan polîs û cendirme hatin seferberkirin

Wezîrê Dadê Éric Dupond-Moretti ragihand ku dema Amra jibo lêpirsîneke din li li Rouenê, dihat şandinê wê dadgehê êrîş hatiye kirin.

Wî got ku rewşa du ji polîsên birîndar giran e.

"Bêguman jibo dîtina berpirsên vê tawana hovane wê her tişt were kirin. Ev kesên ku jiyan jibo wan bê wate ye wê werin girtin, darizandin û li gor sûcê ku kirine werin cezakirin," Dupond-Moretti got.

Hugues Vigier yê ku parêzerê Amra ye, ji medya Fransî re ragihand ku tundîya di bûyerê bi kesê ku ew nas dike re, hevrêzîyê nake.

Vigier eşkere kirk u Amra roja Yekşemê jî hewl daye ku bendên şaneya xwe bişkîne da ku ji girtîgehê bireve.

"Ev hêman destnîşan dikin ku jibo ew di hewlek revê de bû," Vigier got.

Serokê Fransa Emmanuel Macron jî dîyar kir ku ew jiber êrîşê matmayî mane û wiha got, "Jibo dîtina berpirsyarên vî sûcî her tişt tê kirin da ku li ser navê gelê Fransa dadmendî pêk were."

Komîsera Navxweyî ya Yekîtîya Ewrupa (YE) Ylva Johansson bi peyameke li ser X’ê êrîş şermezar kir.

"Ev êrîşa hovane nîşan dide ku xeterêrîya tawanên rexistinkirî ji gefa terorîstan mezintir e," Johansson got.

Li gor pisporan her sal gelek madeyên hişbir bi taybet kokaîn ku têne derbazkirinê Ewruupa; ku li seranserî parzemînê tawanên rexistinkirî zêde dibin, pevçûnên tundtir bi polîsan re belav dibin û rêjeya şerên kujer di navbera çeteyan de bilind dibin.

Marsîlya bûye navenda tundîya çeteyên Fransa, ku bi taybet di navbera çeteyên qaçaxçîtiyê de şerê dijwar derdikevin.

Sendîkayên serekî yên nobedarên girtîgehê yên Fransa, banga girtina sembolîk ya rojekê ya girtîgehên welêt kirin, "jibo piştgirîkirina hevkarên me yên ku ser kar mirin e."

Wan herwiha bi wezîrê dadê re civînek awarte daxwaz kirin da ku qerebalixiya girtîgehan û xeterîyên ewlehîyê gotûbêj bikin.

Jêder: Reuters