Fransa Rastî Rojeke Din a Xwepêşandanên Dijî Planên Macron ên Xanenişîniyê Tê

Roja Şemiyê Fransa rastî roja heftemîn ya xwenîşandanan hat li dijî planên çaksazîyên temenê xanenişîniyê yên serok Emmanuel Macron di nav grevên berdewam de ku bandor li kargeh, veguhestina giştî û komkirina gilêşê kiriye.

Koalîsyoneke ji sendîkayên Fransayê, tevgera xwepêşandanan ya ku di dawiya meha Çileyê de destpêkirî bi rê ve dibe, bi wê hêvîyê ku fişarê li hikûmetê bike da ku wê çaksaziyê paş de bikişîne, ku pîvana wê ya sereke dirêjkirina temenê xanenişîniyê bo do salan anko bo 64 salî ye.

Li gorî amarên wezareta navxwe, pêşbînî tê kirin ku nêzîkî 1 milyon kes beşdarî zêdetirî 200 meşên li seranserê welêt bibin, dema ku Senato berdewam li ser vekolîna çaksaziyê , ku tê çaverê kirin şeva Yekşemê ji alîyê civata jorîn ya parlemanê biryar li ser bêtê dan

Xwepêşandan di demjimêr 10:00 (09:00 GMT) spêdê li kolanên bajarên mezin di nav de Toulouse û Nice destpê kirin. li Parîsê jî meşek demjimêr 2.00ê piştî nîvro destpê dike.

Roja Sêşemê, 1.28 mîlyon kes di xwenîşandanan de derketin kolanan, ku zortirîn rêjeya beşdarbûnê ye ji destpêka tevgera nerazîbûnan ve, li gorî hejmarên hukûmetê. Sendîkayan bi giştî 3,5 mîlyon kes texmîn kirin.

Rapirsîyên raya giştî nîşan didin ku piraniya dengdêran li dijî plana Macron in, di heman demê de pirraniyek kêm piştgirî dide çalakiya grevê.

Peyvdarê kompanîya TotalEnergies ji Reutersê re got ku grev li parzûngeh û kogehên sereke yên neftê yên Fransî berdewam dikin, di heman demê de kompanîya rêyên hesinî ya giştî SNCF got ku karûbarên neteweyî û herêmî dê di dawiya hefteyê de girtî bimînin.

Li Parîsê, li gorî medyaya herêmî, gilêş li kolanan kombûye, digel ku rûniştivan behsa zêdebûna hebûna mişkan dikin.

Senatoya rastgir, ku alîgire digel partiya navend ya Ronesansê ya Macron, divê deng bide çaksazîya xanenisînbûnê lê, di wê rewşê de, pêşnûme dê piştre ji hêla komîteyek hevbeş a ji qanûndanerên jêrîn û jorîn ve were vekolîn kirin, dibe ku hefteya bê.

Ger komîte li ser naverokekê rêk bikevin , çêdibe ku dengdana dawî li ser her du odeyan çêbibe lê, li meclîsa jêrîn a parlamentoyê, ku piraniya partiya Macron tê de ye, hêj encamên dengdanek weha ne diyar xuya dike.

Marylise Leon, cîgirê sekreterê giştî yê sendîkaya CFDT, ya herî mezin a welat, ji radyoya Franceinfo re got."Gelek tişt hîn jî dikarin hefteya pêş biqewimin,"

Çavkanî: Reuters