Fransa Dibêje Wê Pirtir ji 1000 Kes ji Nîjerê Derxistine

Hikûmeta Fransa ragihand ku dawî li operasyonên derxistinên ji Nîjerê hatiye.

Li gor ragihandina hikûmetê bi firokên Fransa, Fransî û bîyan, 1079 kes ji Nîjerê hatine derxistin.

Wezîrê Berevanî yê Fransa Sebastien Lecronu ji X’ê, ku berê Twitterê bû, dîyar kir ku rewşa kesên ji Nîjerê hatine derxistin baş e û li cîhên ewle ne.

Fransa, ku Nîjer berê kolonîya wê bû, piştî pêla protestoyan ya dijî wê ya li dû derbeya leşkerî dîyar kiribû ku ewê hemî hemwelatîyên xwe ji wî welatî derxîne.

Xwenîşander roja Yekşemê li Niamey ya paytext li pêş balyozxaneya Fransa kom bûbûn û bi sloganên wek ‘’Bijî Rûsya’’, ‘’Bijî Putin’’, ‘’Bimre Fransa’’ agir berdabûn balyozxaneyê.

Karbidestên Fransa dibêjin ewê 1000 leşkerên xwe yên li Nîjerê, ku jibo têkoşîna dijî çekdarên Îslamî li wir in, dernexin.

Jêder: AFP, VOA