Berî serdana xwe ya Îranê roja Duşemê, wezîrê derve yê Frensa got dê Îran rastî cezayên nû bê eger ew xemên programa moşekên balistî nede ber çavan.
Wezîr Jean-Yves Le Drian ji rojnameya du Dimanche re got:
“Îranê programên balistî yên moşekan hene dikarin hezaran kîlometir dûr biçin, ku ne li gor pîvanên Civata Ewlekariya Neteweyên Yekgirtî ne û ew pêwîstiya Îranê ya parstina sînor debas dikin.”
Wî her wiha got:
"eger ev yek çareser nebe, ev welat dê rastî cezayên nû bê.”