Fransa Bang li Tirkîye û Macaristanê Dike ku Endamtîya Swêdê ya li NATO Bipejirîne

Fransa îro Pêncşemê bang li Tirkîye û Macaristanê kir ku endamtîya Swêdê ya li NATO bipejirînin.

Wezîra Derve ya Fransa Catherne Colonna li Helsînkî ji rojnamevanan re got ku ew dixwazin Swêdê êdî wek endameke NATO bibînin.

Colonna dîyar kir ku ew dixwazin bibînin ku Tirkîye û Macaristan berpirsîyên lihevkirnê bi cîh bîne.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di rojên borî de got ku ger Washington ji Enqerê re rê li ber kirîna firokên F-16 veke ewê jî li ser soza xwe ya jibo Swêdê bisekinin.

Karbidestên Macaristanê dîyar dikin ku ew tam ne bawer in ku ewê endamtîya Swêdê ya jibo NATO bipejirînin.

Jiber rexneyên sîyasetvanên Swêdî yên ser paşveçûna demokrasîya Macaristanê wê dewletê ji Tîrmeha 2022yan vir ve serlêdana Stockholmê ya jibo NATO nepejirandiye.

Jêder: AFP, VOA