Fransa Çalakîyên jibo Piştgirîya Filistînîyan Qedexe Dike

Fransa îro Pêncşemê îro ragihand ku ewê protestoyên piştgirî yên jibo Filistînîyan, ku piştî êrîşên Hamasê yên li Îsraîlê dar dikevin, qedexe bikin.

Wezîrê Navxweyî yê Gerald Darmanin ji walîyên herêma re ser protestoyên jibo Filistînîyan hişyarîyek şand.

Darmanin dîyar kir ku kesên protestoyan li dar dixin dikarin jiber têkbirina rewşa bîragiştî werin girtin.

Wî got ku wan ji êrîşên Hamasê yên roja Şemîyê vir ve li seranserî Fransa 24 kes jiber çalakîyên dijî Cihûyan girtine.

Wezîrê Fransî dîyar kir ku li nêzî sînagog û dibistanên Cihûyan hin kes bi kêran hatine girtin.

Li gor ragihandina Darmanin, Fransa li seranserî welêt ewlekarîya li dora cêhên Cihûyan berfireh kiriye.

Jêder: AFP