Fransa Hember Rûsya Toleyên Nû Radigihîne

Russia Ukraine Talking to Putin

Hikûmeta Fransî ragihand ku wê di çarçoveya armanckirina Rûsya ya jiber êrîşa wê ya dijî Ukrayna de, 33 mal û mîlkên olîgarkên Rûsî yên li Riviera, Parîs û cîhên din cemidandine.

Wezareta Darayî ya Fransî ragihand ku di nava hebûnên tolekirî de qesra luks ya mêlyardarê Rûsî Roman Abramovich jî heye.

Pispor bal dikşînin ku nirxê hemî 33 mîlkên tolekirî pirtir ji nîv mîlyar euro ye. Berevajîya milkên ku hikûmet dest datîne ser, xwedîyê milkên cemidandî her wek berê ye û ew dikarin li wan xanîyan bijîn, lê nikarin bifroşin yan bidin kirê.

Fransa bal dikşîne ku nirxê milk û hebûnên Rûsan ku hikûmet dest danênbe ser yan cemidandine digiheje 24 mêlyar euroyan û hema 23 mîlyar ji wan hebûnên darayî yên Banka Navendî yên Rûsya ne.