Xwepêşandanên Seranserê Fransa Îro jî Didomin

Karbidestên Fransî îro Înê ragihand ku di xwepêşandanên berdewam yên şermezarkirina kuştina ajokarê 17 salî Nahel M de 667 kes hatine desteser kirin.

Wezîrê Navxweyî yê Fransî Gerald Darmanin li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku li seranserê Fransa herî kêm 667 kes hatine desteser kirin.

Darmanin dîyar kir ku ku di pevçûnan de 249 polîs û hêzên ewlekarîyê jî birîndar bûne.

Medya Fransî ragihand ku 242 kesên ji 667 kesên girtî, li Parîsê hatine desteser kirin û piranîya kesên desteserkirî kesên navbera 14 û 18 salî ne.

Hêjayî bîrxistinê ye ku piştî ku Nael M.bi guleya polîsan hatibû kuştin, xwenîşandanên nerazîbûnê didomin û pir caran pevçûn jî derdikevin.

Serokê Fransa Emmanuel Macron gotibû ku ewê bi ti awayî tundûtjîyê qebûl nekin.

Wî bang li hemwelatîyên Fransa kir ku aram bin û êrîşên dijî avahîyên fermî, dibistanan û navendên polîsan nekin.

Macron, ku bin givaştina opozîsyona rastgir, û rastgirên tundrê ye ku rewşa awarte ragihîne, gotibû ku ew êrîşên wiha mîna kiryarên dijî Komara Fransî dibînin.