Fransa Bang li Hemwelatîyên Xwe Dike ku Neçin Îran, Îsraîl û Axên Filîstînîyan

France Macron

Wezareta Derve ya Fransa îro Înê bang li hemwelatîyên xwe kir ku neçin Îran, Lubnan, Îsraîl û axên Filîstînîyan.

Wezareta Derve dîyar kir ku hişyarîya ser rêwîtîyê jiber gefên Îranê yên li herêmê hatiye ragihandin.

Li gor ragihandina wezaretê, merivên dîplomatên wan yên li Îranê wê vegerin Fransa û li karmendên dewleta Fransî hatiye qedexe kirin ku ew li Îran, Lubnan, Îsraîl û Filîstînî karekî fermî bimeşînin.

Ji alîyê din ve Serokwezîrê Îspanya Pedro Sanchez jî îro Înê ser naskirina dewleta Filîstînîyan peyîvî.

Sanchez dîyar kir ku ‘’nîşanên eşkere’’ raber dikin ku dewletên li Ewrupa jibo naskirina dewleta Filîstînîyan hazir in.

Di rojên borî de Sanchez li Norwecê bi hevtayê xwe Jonas Gahr Store civîbû û ser naskirina dewleta Filîstînîyan kempeyna dîplomatîk meşandibû.

Jêder: AP