Foruma Navneteweyî Ser Efrînê li Şehba Pêk Tê

Bi sernava (Efrîn di navbera Dagîrkerî û Berjewendîyên Navdewletî de) îro Sêşemê li penageha Şehba ya derbiderên Efrînî forumeke navneteweyî destpê kir.

Forum ji alîyê Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD) û Rêxisitina Mafê Mirovan ya Efrînê tê li dar xistin, tê de hejmareke sîyasetvan, mafnas û akademîsyan beşdar dibin.

Derbara rojev û mijarên di forumê de tên nîqaş kirin endamê komîteya amadekar Mihemed Remedan agahî parve kirin:

“Sê mijar di rojeva forumê de ne, yek: Efrîn ji alîyê dîrokî û cografî ve berê û niha, didu: binpêkirinên li Efrînê diqewimin ji alîyê qanûnî ve û darizandina sûcdaran, û sisê çaresrî çi ne û çawa dagîrkerî bê dawî kirin û rê li ber vegerê vebe”.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk Mezlûm Ebdî bi rêya Zoomê tevlî forumê bû.

Ebdî got ku ewê her xebateke sîyasî, hiqûqî û leşkerî bikin jibo rizgarkirina Efrînê û vegera şênîyên wê yên derbider.

Herwiha rêbera MSDê Îlham Ahmed jibo forumê axivî û bal kişande ser pêvajoya guhertina demografî ku Tirkîyê dixwaze li herêmê pêk bîne û ev yek weke armanckirina nasnameya Efrînê ya Kurdî bi nav kir.

Hêjayî gotinê ye ku forum ta amadekirina vê raportê berdewma dike û ta seetên êvarê didiome, beşdarên forumê yên Kurd, Ereb û Amerîkî gotar û helwesta xwe pêşkêş dikin, herwiha çaverê ye ku forum bi encamnameyekê bi dawî bibe.

Your browser doesn’t support HTML5

NR_05_10_2022_Afrin_Forum